Navnîşana nû ya tunekirina daran Besta

img
ŞIRNEX - Piştî Cûdî, Heftanîn û Metînayê li Bestayê jî tunekirina daran û avakirina qaleqoleke nû dest pê kir. 
 
Li Şirnexê, demeke dirêje li herêmên operasyonên leşkerî dar tên birîn û tunekirin. Li herêma Çiyayê Cûdî heta niha bi deh hezaran dar hatine birîn. Birina heta Qotê Safîneyê hatiye kirin û li van deran heta niha zêdetirî 10 qaleqol hatine avakirin. Li deverên ku birîna daran nehatiye kirin jî şewata daristanan hatiye derxistin û bi vê rêbazê bi deh hezaran dar hatine tunekirin. Pirî caran mudaxaleya şewatên ku hatin derxistin bi hinceta "ewlehiyê" hatin astengkirin. 
 
TUNEKIRINÊ SÎNOR DERBAS KIR!
 
Birîn û tunekirina daran bi herêma Çiyayê Cûdî re bisînor nema û heta bejahiya Qilebanê ya sînorê Herêma Kurdistanê dirêj bû. Li herêmên Heftanîn û Metînayê bi destê cerdevanan bi deh hezaran dar hatin birîn. Piraniya darên ku bi destûra Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) hatin birîn, bi qamyonan derbasî bajarên cuda hatin kirin. Piştî ku birîna daran a li van herêman ket rojevê ji bo demekê birîna wan hat rawestandin. Hat hînbûn ku ji cerdevanan re hatiye gotin ku heta fermana duyemîn birîna daran qedexe ye.
 
NAVENDA NÛ YA TUNEKIRINÊ
 
Piştî Cûdî, Heftanîn û Metînayê li Bestayê jî tunekirina daran dest pê kir. Hat hînbûn ku cerdevanên ku tînên Sêgirkê, li qada "Çala Nimêja" ya li seriya Girtîgeha Şirnexê nêzî 15 roj in dest bi birîna daran kirine. Heta niha cerdevanan bi hezaran dar birîne û bi qamyonan ji herêmê bar kirine birine. Hat diyarkirin ku li herêmê rojê 200 ton êzing tên barkirin. 
 
Li deverên ku birîna daran li wan didome qaleqolên nû tên avakirin. Li şûna "qulûbeya ewlehiyê" ya li ser rêya Bestayê di nav demeke kurt de qaleqoleke nû hat avakirin.