Nobeta Dehla Valîdebagê digirin: Em betonê naxwazin

img

STENBOL - Tê gotin dê di 21'ê Hezîranê de li Dehla Valîdebagê projeya rehîbîlîtasyon û sererastkirinê dest pê bike. Şênîyên semtê bi rojan e nobeta dehlê digirin. Dilxwazên Valîdebagê ku li ber vê projeyê radibin, anîn ziman ku betonê naxwazin. 

Li navçeya Uskudar a Stenbolê, Dehla Valîdebagê 354 hezar metrekare ye û li hêla Anatolyayê ji du qadên hêşîn ên mezin yek jê ye. Di sala 2018'an de hatibû ragihandin ku dê li vir "Projeya Baxçeyê Neteweyî" bê çêkirin. Şêniyên taxê jî ji bo li ber projeyên bi vî rengî rabin di bin navê Parastina Valîdebagê û Dilxwazên Valîdebagê xw ebirêxistin kirin. 
 
Lê belê niha jî Şaredariya AKP'î ya Uskudarê dixwaze li dehla Valîdebagê projeya sererastkirin û rehabîlîtasyonê bike. Şaredari dıxwaze lı dehlö otoparkeke li gor 500 wesayîtî, dîrekên ronahiyê û qada mîhrîcanê li dehlê çêbike. Tê gotin dê projeya navbirî di 21'ê Hezîranê de dest pê bike. Ji ber vê jî şêniyên semtê li nobeta dehlê digirin. 
 
‘VALÎDEBAG CIWANIYA MIN E' 
 
Bûrcû Kîrîş ku li dehlê nobetê digire, diyar kir ku ji sala 1989'an heya niha mala wê li nêzî dehlê ye û got: "Parka Gezîyê zarokatiya min, Valîdebag jî ciwaniya min e."
 
Kîrîş, bibîr xist ku ji sala 2004'an heya niha hin kesan çav berdaye vir û heya niha gelek proje hatine çêkirin, lê ji ber ku dîtine şêniyên taxê xwe birêxistin kirine û bihêzin dev ji projeyan berdane. Kîrîş got: "Em ê vir biparêzin." 
 
Kîrîş, bang li her kesî kir ku piştgiriya wan bikin. 
 
‘DEST NEDIN DEHLÊ' 
 
Şengul Kiliç jî destnîşan kir ku 23 sal in ji bo Valîdebagê biparêzin têdikoşin. Kiliç, diyar kir ku dehl wargeha gelek candaran e û got: "Li vir jiyanek heye. Em naxwazin kes destê xwe bide vê jiyanê. Em dixwazin dehl, wekî dehlê bimîne." 
 
Kiliç, anî ziman ku dê heya dawiyê bitêkoşin û dehlê biparêzin. 
 
Cemîle Alûç jî bilêv kir ku li her derê Tirkiyeyê qadên hêşîn tên talankirin û got: "Divê her kes xwedî li axa xwe derkeve." 
 
Mehmet Salici jî anî ziman ku zarokatiya wî li dehlê û derdora dehlê derbas bûye û got: "Ev der a me ye. Cihwareke ku em dixwazin zarokên me lê bimînin." 
 
Mîne Yankin jî destnîşan kir ku dehl ji bo wê "Bêhnstendin e, pêşeroja zarokên min e. Dest nedin dehla me." 
 
Yankin, bilêv kir ku ji bo parastina dehlê ji destê kê çi tê dike û got: "Em bang li her kesî dikin ku piştgiriya me bikin. Bila gelê me xwedî li vir derkeve." 
 
Çalakgera herî biçûk a nobetê Nîk a 5 salî jî got: "Heger dar tune bin, dê candar jî tune bin. Dê çavkaniyên me yên jiyanê tune bibin. Xweza, mala me ye, ez hez dikim li vir bilîzim. Gava dar tune binî tu tahma lîstikê jî tune ye. Li vir pêdiviya me bi betonê tune ye." 
 
MA / Kadîr Guney