Şewata li Lîcê 4 rojin bê navber dewam dike

img
AMED - Li gundê Karinçax a Lîcê, şewata di dema operasyona eskerî de rû da, 4 rojin bê navber dewam dike.
 
Li çoltera gundê Karinçax a girêdayî navçeya Lîcê ya Amedê, di 4’ê Hezîranê de, dest bi operasyona eskerî hatibû kirin. Di dema operasyonê de şewat derketibû. Şewat bê navber dewam dike. Hat diyarkirin ku piştî gulebarandina helîkopterê şewat derketiye. Çavkaniyên herêmê, dest nîşan kirin ku şewat li qada daristanê belav dibe û kes mudaxileyî şewatê nake.