Mudaxaleyî şewata li Cûdî nakin

img
ŞIRNEX – Şewata ku duh li pêşên bilind ên Çiyayê Cûdî derketibû hê jî nehatiye vemirandin. 
 
Şewata ku duh li pêşa Çiyayê Cûdî ya li gundê Şax ê navçeya Silopiya ya Şirnexê derket hê jî nehatiye vemirandin. Gundiyan, diyar ki ku şewat ji ber guleberankirina leşkerên tabura nêzî gund derketiye û ji bo vemirandinê tu mudaxale nayê kirin. Hat diyarkirin ku gundê Şaxê di sala 1993’an de hatiye valakirin û bi hinceta ku herêma leşkerî ye qedexe ye.