Her demsal hilberînên organîk

img

ÎDIR - Fîlîz Îbre ya li navçeya Qûlpê çandiniya fêkî û sebzeyan dike pêdiviya mitbexa xwe pê dabîn dike û hem jî debara xwe pê dike. 

Li gundê Gomika Jêrê ya girêdayî navçeya Qûlpê ya Îdirê Fîlîz Îbre ya 48 salî her sal li baxçeyê mala xwe sebze û fêkiyan datîne û debara xwe pê dike. Îbre bi van fêkî û sezbeyan hem pêdiviya mitbexa xwe dabîn dike û hem jî rîçal, salçe û konserveyên ji van hilberînan çê dike ji bo demsala zivistanê amadekariyan dike. Îbre destnîşan kir ku fêkî û sebzeyên wê organîk in û ew ji bilî van hilberînên organîk wek din tiştek din nakirin. 
 
DEBARA XWE PÊ DIKIN 
 
Îbre destnîşan kir ku ew sebze û fêkiyên cûr bi cûr li baxçeyê xwe datîne û ji ber xêrûbera axê tişta ew dixwazin lê şîn dibe û jê digirin. Îbre anî ziman ku hem ew ji xwarina malê û hem jî ji bo firotinê sûdê ji van hilberînan digire û debara xwe pê dikin. 
 
AV Û TAV 
 
Îbre da zanîn ku dema hilberînên wê yanî fêkî û sebzeyên zêde bimînin difiroşe û ji ber tehma hilberînên organîk xweş in xelk jî eleqeyek baş nîşan didin. Îbre got hilberînên wan bi av û tavê çê dibin û jê sûdê werdigirin. 
 
ZEHMET E LÊ XWEŞ E JΠ
 
Îbre anî ziman ku kar û barê cotkariyê gelek dirêj didome û bi hatina biharê re karê wan nû dest pê dike û ew ê heta nêzî zivistanê bi karê baxçe re eleqedar bibe. Îbre da zanîn li gel xweşiya ku fêkî û sebze ji baxçe tên jî ewqas jî karek bi zehmet e û ji ber sal zêde bi şilî derbas nebû jî ew hêvî dikin ku wê hilberînek baş ji baxçe bigirin.