Li Gola Wanê qedexeya nêçîra masiyan dest pê kir

img
WAN - Bi armanca nifşê masiyên Wanê yên di cîhanê de tenê li Gola Wanê dijîn bên parastin nêçîra masiyan heta 15'ê tîrmehê hat qedexekirin.
 
Bi armanca nifşê masiyên Wanê yên di cîhanê de tenê li Gola Wanê dijîn bên parastin, qedexeya nêçîrê ya di navbera 15 nîsan û 15 tîrmehê de dest pê kir. Masiyên Wanê di sê mehan de hêkên xwe berdidin avê. Ji bo ku bi awayekî qeçax nêçîra masiyên Wanê neyê kirin wê di pêşengtiya Walitiya Wanê de Miduriyeta Bajêr a Xwarin Çandinî û Sewalkariyê, Miduriyeta Bajêr a Polîsan, Fermandariya Bajêr a Cendermeyan, Zanîngeha Yuzuncu Yil (YYU) û Komeleya Nêrevanên Xwezayê wê bergiriya bigirin.