Biharê bejna xwe nîşanî Dîcleyê da

img

AMED - Bi hatina biharê re kulîlkên li derdora Çemê Dîcleyê bişkîvîn û rengên van kulîlkan Dîcleyê û Hewselê dixemilîne. 

Bi hatina biharê re dar û ber û derdora Çemê Dîcleyê û Baxçeyên Hewselê bi rengên demsalê dixemilin. Çemê Dîcleyê bi xweşikiya hêşînaya xwe diherike û kulîlkên li derdora wê bişkîvîne jî bi ser de ponijîne û xemla çem zêde dikin. Kulîlkên zer ên xerdelê ku li şûna sûrên hatin hilweşandin şîn bûne bejna xwe ji Dîcle û Hewselê re dihejînin. 
 
Ji ber vê hewa biharê ya xweş xelk li qeraxê çem li seyranê ye û lii qûntarên sûran temaşeyî xweşikiya biharê û Dîcleyê û Hewselê dikin.
 
Ev hêj destpêka biharê ye û roj bi roj bihar xwe rengîntir dike. Karker jî di nav zeviyên xwe yanî di nav baxçeyên Hewselê de eşêfa hilberînên çandine dikin. 
 
Li aliyekî li mêrgên şîn bûne pez û çêlek diçêrin li aliyekî din jî kevok di ser bedenên Amedê de difirin û reqsa biharê dikin. 
 
MA / Bilal Guldem