Kanên keviran gefê li şêniyên Ornekkoyê dixwin

img

MELETÎ – Şêniyên Taxa Ornekkoy a Meletiyê ku çandinia organîk û sewalvaniyê dikin, ji kanên keviran nerazî ne. Şêniyên gund, anîn ziman ku bi kanên keviran qadên wan ên jiyanê tên dagirkirin. 

 
Li Taxa Ornekkoy a navçeya Yeşîlyûrt a Meletiyê, bi kanên keviran qadên jiyanê yên şêniyên taxê tên dagirkirin. Li taxê heya niha 6 kanên keviran hene û tê xwestin li devereke bi qasî 600 metreyî dûrî taxê kaneke keviran a din jî bê çêkirin. Li 12 navçeyên bajêr heya niha 326 kanên madenê hene. 
 
Şêniyên taxê ku kurdên elewî ne ji ber teqînên li kanên keviran di nav toz û telazê de dimînin. Her wiha kaniyên wan ên avê jî qirêjî dibin û rez û baxçeyên wan ên mişmişa jî di nav tozê de dimînin. 
 
Şêniya Ornekkoyê Medet Kiliç, anî ziman ku şîrketa Enes Îpekê ku navenda wê li Dîlokê ye dixwaze kaneke keviran a din jî çêbike. Kiliç got: "Ji sedî 90'ê şêniyên Ornekkoyê mişmişên organîk ên bisertîfîka hildiberînin. Lê belê niha tê xwestin ku bi kanên keviran çandinî bê tunekirin." 
 
KOÇBERIYÊ FERZ DIKIN 
 
Kiliç, destnîşan kir ku bi çêkirina kanên keviran koçberî li gundiyan tê ferzkirin û got: "Şêniyên gund hem kurd in hem jî elewî. Seba ranta çend kesan xwezaya me tê tunekirin. Dixwazin xwezaya me û qadên me yên jiyanê tune bikin. Dixwazin çiyayên me, robarên me, daristanên me û zozanên me dagir bikin û me bê war bihêlin û koçber bikin." 
 
BERPIRSIYAR WALÎ YE! 
 
KIliç got: "Em şêniyên gund kanên keviran naxwazin. Heger rapora ÇED'ê bê dayîn, çi biqewime berpirsiyar walî ye." Kiliç, diyar kir ku ji ber teqînên li kanên keviran darên wan ên mişmişan di nav toz û telazê de dimînin û hişk dibin. Kiliç, destnîşan kir ku naxwazin keda wan pêşkêşî şîrketan bê kirin. 
 
DEST NEDIN XWEZAYA ME 
 
Kiliç, bang li rayedaran kir û got: "Zarokatiya min li vir derbas bû. Beriya kanên keviran hewaya vir pir xweş bû. Ji ber tozê tahma goştê hewanan jî guheriye. Dest nedin xwezaya me. Bila rayedar êdî bes raporên ÇED'ê amade bikin û me mexdûr bikin. Em vê heq nakin." 
 
Şêniyê Taxa Ornekkoyê û Endamê CHP'î yê Meclîsa Şaredariya Yeşîlyûrtê Mehmet Onder Ozturkoglû jî diyar kir ku derdora navenda bajêr gelek kanên madenê hene û got: "Çandiniya vir, çandiniyeke organîk e. Piraniya çandiniya organîk a Meletiyê li vir tê kirin. Kanên keviran zirareke mezin didin herêmê. Kanên heyî têra lazmatiyên Meletiyê dikin. Ên nû hewce nakin." 
 
Ozturk, anî ziman ku teqînên kanên keviran zirarê didin erdan û got: "Mirovên li vir ne li dijî kanên keviran e, lê tiştekî bêwate ye ku tu rabî hemûyan li deverekê çêbikî." 
 
Her wiha Ozturk, bal kişand ser pêvajoya amadekirina raporên ÇED'ê jî û destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de bêhiqûqîtî tên kirin. 
 
MA / Emrûllah Acar