Şewatên li herêma Botanê mêşvaniyê anî asta qedandinê

img

ŞIRNEX - Li herêma Botanê ku  bi hilberîna hingivê xwezayî navder e, îsal ji ber şewatên herêmê hilberîna hingiv kêm bû. Mêşvanan diyar kir ku wisa brdewam bike, wê li herêmê mêş nemînin û sedema vê yekê jî bi şewatê ve girê didin. 

 
Li herêma Botanê ku xwedî zozanên herî bilind e, nebat û gihayên cûr bi cûr lê hêşîn dibin. Îsal ji ber şewatên daristanan sûd ji giha nehat standin. Li herêmê welatiyên ku bi mêşvaniyê debara xwe dikin, îsal rastî zirareke mezin hatin. Mêşvanên ku li bajarokê Gundikê Melê yê girêdayî Şirnexê mêşvaniyê dikin, diyar kirin ku wan îsal ji mêşan sûd negirt û gotin ku îsal ne mêş man û ne jî hlberîna hingiv çêbûye û gelek kêm bûye. 
 
'ŞEWATAN PÊŞIYA TEXRÎBETEKE MEZIN VEKIR'
 
Ji mêşvanan Abdulcelîl Yildiz ê ku bi salane mêşvaniyê dike anî ziman ku şewatên heyî zirareke mezin da mêşên hingiv û wiha axivî: "Hingivê Gundikê Melê bi qalitîeya xwe hingivê herî bi qîmet e. Hingivê me bi nav û deng e. Em zozanan hildibijêrin û wisa diçinê. Her sal me bi hingiv debara xwe dikir. Lê îsal baş derbas nebû. Şewitandina dar û birîna daran bandoreke gelek neyînî li ser mêşên me kirin. Li vir xwedîkirina mêşan gelek zehmet e. Xwezaya vê herêmê ji dara wê bigirin û heta giyayê wê gelek pîroz e. Van şewatan pêşiya texrîbateke mezin vekirin. Demsal ferq nake, dema ku şewat çêbû mêş zirar dibînin. Pêwîste mudaxileyî şewata li vê herêmê derdixin were kirin. Ev xwezaya pîroz bê parastin e. Wextê giya û dar û devî werin şewitandin, mêş jî namînin. Divê şewat werin sekinandin ku çavkaniyên debara me jî neqede.” 
 
'JI BER ŞEWATÊ ME MÊŞÊN XWE ANÎN BAJÊR'
 
Beşîr Katar jî ku mêşvaniyê dike da zanîn bi şewitandina daran re li herêmê talana xwezayê çêbûye û got: “Ev 6 sal in ez vî karî dikim. Nêzîkî 100 sindoqên min ên mêşa hene. Mesrefa wan pir e. Ji kirîna sindoqan heta ku dermanan em zehmetiyê dikişin. Di demsala havînan de em mêşên xwe dibin zozanên herî bi giya û dar. Em kîloya hingîvê tarê bi 150 lîreyan difiroşin. Hingivê kewaran jî em bi kîlo bi 100 TL’yî difiroşîn. Ferq û cudahiya wan jî ew e ku hingivê tarê mêş xwe bi xwe çêdike. Ji ber vê jî hingivê wê bi tehmtir û xwezayîtir e. Lê îsal em bi zirareke mezin re rûbirû man. Ew herêmên ku hatin şewitandin, bi hezaran darên kezwanan, behîvan, garçinan û trî hene. Mêş jî ji van daran sûd digirin. Lê îsal ne mêş man û ne jî hingiv heye. Talanek mezin çêbû. Ji ber van şewatan li herêmê cûreyê ajalan kêm bû. Demsalên payîzan me mêşên xwe dibirin quntarên Çiyayê Cûdî. Dema ku barana payîzê dibare li wir kulîlkek taybet çêdibe. Dema ku ev kulîk çêdibe mêş xwe têr dikin û cûreyên wan zêde dibe. Lê ger wisa çênebe heta biharê 100 sindoq mêşên me wê dakevin 50 sindoqî. Ji ber van şewatan ew kulîlk çênabin û me êdî mêşên xwe ji wê derê anîn bajêr. Şewat hebûna mêşan dixe xetereyê. Wisa bidome wê mêşvanî nemîne.” 
 
'DESTÊ XWE JI XWEZAYA ME BIKIŞÎNIN’
 
Katar herî dawî xwest ku şewat bên sekinandin û got: "Welatiyek wekî min biçe dareke jê bike çend sal pereyê cezayê jê re dibirin. Lê îro li herêmê ewqas komkujiya daran çêdibe kes dengê xwe nake. Pêwîste ku em îro xwedî li xwezaya xwe derbikevin. Dema ku li rojavayê Tirkiyeyê şewat derdikeve bi balafiran mudexile dikin. Lê dema li vir derdikeve ne mudexile dikin û ne jî dihêlin ku xwelk şewatê bitemîrîne. Em dixwazin ku destê xwe ji xwezaya me û çavkaniya debara me bikişînin.” 
 
MA / Zeynep Dûrgût