Bertek nîşanî qirêjkirina Geliyê Mûnzûrê dan

img

DERSIM – Hewldana Parastina Mîrateya Çandî û Xwezaya Dersimê bertek nîşanî qirêjkirin û rûxandina Geliyê Mûnzûrê da. 

Hewldana Parastina Mîrateya Çandî û Xwezaya Dersimê têkildarî qirêjkirin û rûxandina Geliyê Mûnzûrê daxuyanî da. Di têketina Parka Millî de daxuyanî pêk hat û nûnerên rêxistinên hawirdorê beşdar bûn. 
 
Berdevkê Hewldana Parastina Mîrateya Çandî û Xwezaya Dersimê parêzer Bariş Yildirim daxuyanî da û diyar kir ku Geliyê Mûnzûrê ji sala 1971’an vir ve tê rûxandin. Yildirim da zanîn ku li dijî rûxandina hawîrdorê têkoşîna wan hiqûqî didome û got: “Li seyranê agir dikin, masiyan digirin û avahî tên çêkirin û ev yek zirarê didin xwezaya me. Her car em bang li rayedaran dikin. Tiştên ku di qanûna Parka Millî de hatine nivîsandin divê werin sepandin. Tu qanûn nayên sepandin û ji rûxandina hawirdorê re nabin asteng. Em ê li dijî vê rûxandina derdorê û xwezayê têkoşîna xwe hiqûqî bidomînin.”