Xwepêşandanên li Amerîka gihîştan Qesra Spî

  • cîhan
  • 11:25 1 Hezîran 2020
  • |
img

ENQERE - Li ber Qesra Spî wesayît hatin şewitandin û daişrek imûmî hat şewitandin. Polîsan bi bombeya gazê mudaxileyî xwepêşdaran kir.

Li bajarê Mînneapolîs ê eyaleta Mînnesota ya Amerîkayê welatiyek bi navê George Floyd ê reşik ji aliyê polîsek ve qirika wî hatibû jêkirin û ew kuştibû. Piştî vê bûyerê li tevahiya Amerîkayê xwepêşandan belav bûn. Xwepêşandan gihîştin paytext Washingtonê. Xwepêşandar gihîştin ber Qesra Spî û polîsan bi bombeyên gaza îsotê mudaxileyî wan kir. Xwepêşandaran bi dirûşmeyên “Jiyana reşikan bi nirx e” û “Edalet tune be aramî jî nîne” berz kirin û şermezarkirina xwe domandin.
 
TRUMP DAKET BIN ERDÊ 
 
Li nêzî Qesra Spî hin kolan hatin şewitandin. Derdora Qesrê di tariyê de ma. Çapemeniya Amerîkî diyar kir ku xwepêşandan ango şermezarkirin li Washingtonê zêdetir bûne û roja îna derbasbûyî Serokê Amerîka Trump ji Qesrê daxistine sitargehê ango jêrzemînê û hat angaştkirin ku Trump nêzî saetekê li wir maye. Yek ji rayedarên Qesrê jî vê angaştê piştrast kir.
 
Serokê Şaredariya Washingtonê Muriel Bowser ragihandibû ku qedexeya derketina derve ji saet 11.00’an ê roja yekşemê heta roja duşemê saet 06.00’an hatiye ragihandin û dê dewam bike.