Korona bandorê li ser aboriyê dike û krîza 2008’an nêz dibe

img
ENQERE – Di rojeva çapemeniya cîhanê de krîza aborî ya ji ber vîrûsa koronayê ku têk diçe heye. Çapemeniya cîhanê nivîsand ku krîza aborî nêzî krîza sala 2008’an bûye.
 
Li seranserî dinyayê hejmara kesên bi vîrûsa koronayê ketine ji sê milyon û nîvan bihûrî û ji 247 hezar kesî zêdetir însan jiyana xwe ji dest da. Rojnameya The New York Times (NYT) nivîsand ku tevî daxuyaniya “Vîrûs bêtirîn kujer derket” a Serokê DYA’yê Donald Trump ku li dijî şewbê polîtîkayên li pêş xistine diparêz e.
 
TÊ GOTIN DÊ TIRKIYE ALÎKARÎ BIDE ÎSRAÎLÊ
 
Middle East Eye (MEE) jî têkildarî Tirkiyê nûçeyek bakêş çêkir û ragihand ku dê Tirkiye alîkariyê bişîne Filîstînê û dê pişt re jî roja înê kargoyek tibî bişîne Îsraîlê û alîkara wan bike.
 
KRÎZA ABORÎ YA KUREWÎ
 
Reuters jî ragihand ku fabrîkayên li Asyayê yên hilberînê dikirin di meha Nîsanê de zirar dîtin û ji ber koronayê ku hikumetan çûnehata welatan sînordar kirine hilberîna kurewî sekinandine û daxwaza ji bo hilberînê jî sekinand. Reutersê got daneyên endeksa aboriyê gelek kêm bûne û şewba koronayê bandorek neyînî li ser aboriyê dike û krîza aborî bi xwe re tîne û krîza malî ya kurewî ya salên 2008-2009 dide nîşandan. Reutersê ragihand ku cara yekem e aboriya kurewî ji salên 1930’an vir ve ewqas kêm dibe.
 
BANKAYAN 50 MILYAR DOLAR VEQETAND
 
Rojnameya Fînancial Tîmes derbarê rewşa aboriyê de nivîsand û vê şîroveyê dike: “Bankayên mezin ên DYA û Ewrûpayê ji bo ser kêmasiyên krediyên nebaş bigirin 50 milyoar dolar veqetandin. Piştî krîza aborî ya 2008-2009’an krîza herî mezin e. Vîrûsa koronayê sînyala rê vekirina zirarê û krîza aborî ye.”