Li cîhanê Covid-19: Dibe ku korona xelayê bîne

  • cîhan
  • 13:42 22 Nîsan 2020
  • |
img
ENQERE - Di çapemeniya cîhanê de tê gotin ku li welatên NY’yê yên li pêşketî vîrûsa koronayê rê li ber birçîbûna 265 milyon însan veke.
 
Gef û gûra şewba vîrûsa koronayê (Covid-19) li tevahiya dinyayê li ser mirovahiyê berdewam dike. Vîrûsa koronayê di rojeva medya cîhanê de ye. Rojnameya El Paîs a Îspanyol diyar kir ku herî zêde welatên Îtalya û Îspanya di bin bandora koronayê de mane û wê roja pêncşemê di zîrveya Konseya Wezîran a Yekîtiya Ewrûpayê de korona were axaftin.
 
HIŞYARIYA XELA HAT KIRIN
 
Rojnameya The Guardian jî hişyariya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya dê birçîbûnek mezin ango xelayê li pey xwe bîne kir rojeva xwe û li gorî rojnameyê diyar kiriye dê ji ber koronayê li welatên NY’yê yên li pêşketî vîrûsa koronayê rê li ber birçîbûna 265 milyon însan veke.
 
ROJÎ DÊ DI BIN SIYA KORONAYÊ DE WERE GIRTIN
 
Her wiha The Guardian bal dikişîne ser meha Remezanê û destnîşan dike ku dê rojiya îsal di bin siya koronayê de were girtin û dê li cihên komî nimêj û pîrozbahî neyên kirin.