Li Cîhanê Covît-19: 160 hezar û 784 kes mirin

  • cîhan
  • 11:42 19 Nîsan 2020
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li tevahiya welatên cîhanê heta niha 2 milyon û 332 hezar û 456 kes bi şewba vîrûsa corona ketin û ji ber şewba vîrûsê li tevahiya cîhanê 160 hezar û 784 kes mirin. Li Tirkiyeyê jî 890 kes bi vîrûsê mirin. 
 
Vîrûsa corona (Covît-19) li gel dihat gotin ku dê piştî hewa germ bibin biqede jî dîsa her ku diçe belav dibe û her rojê bi hezaran mirov ji ber vê şewbê dimirin. Li Tirkiye her rojê zêdeyî 100 mirov bi şewbê dimirin û bi hezaran kesên nû bi şewbê dikevin. Li gorî daneyên dawî yên malpera înternetê ya "Worldometer" li tevahiya cîhanê heta niha 2 milyon û 332 hezar û 456 kes bi şewba vîrûsa corona ketin û ji ber şewba vîrûsê li tevahiya cîhanê 160 hezar û 784 kes mirin. Li Tirkiyeyê jî 890 kes bi vîrûsê mirin. Li tevahiya cîhanê hêj 1 milyon û 571 hezar û 666  kesên bi şewbê ketine derman dibin. 
 
AVUSTURALYA XWEST LÊPIRSÎN BÊ VEKIRIN
 
Welatê Avustralya jî xwest têkildarî şewba vîrusê di qada navneteweyî de lêpirsîn bê destpêkirin. Serokê DYA'yê Trump xwest dewleta Çîn der barê encama şewbê de bi rastiya xwe re rû bi rû bibe û hikumeta Avustralya jî xwest di qada navneteweyî de lêpirsîn bê vekirin. 
 
600 HEZAR MIROV BAŞ BÛN 
 
Li aliyê din li tevahiya cîhanê heta niha 600 hezar kesên bi şewba vîrûsê ketin baş bûn.