Li Avustralyayê bi wesayîtê êrîşî koma mirovan kir

  • cîhan
  • 10:26 21 Kanûn 2017
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN – Li bajarê Melbourne yê Avusturalyayê wesayîtek daket nav koma mirovan û êrîş pêk anî. Hat ragihandin ku di buyerê de gelek kes birîndar bûne û polîsan ajokarê wesayîtê binçav kir. 

Li bajarê Melbourne yê Avusturalyayê wesayîtek daket nav koma mirovan ku bi rêve diçûn. Hat ragihandin ku di buyerê de gelek birîndar bûne. Li gorî saziya weşanê ya Avustralyayê ABC’ê, rayedaran ragihandiye ku bûyera nêzî Stasyona Flînders Street qewimiye ajokarê wesayîtê hatiye binçavkirin.  16 kes birîndar bûne û polîsan ajokarê wesayîtê binçav kir. 
 
Hat zanîn ku gelek komên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin û di nav ên birîndar de zarok jî hene. Nehat zelalkirin ka têkiliya bûyerê bi êrîşek terorî heye an na.