Sûriyeyê bang li YE’yê kir: Guh nedin şantajên Tirkiyeyê

  • cîhan
  • 14:36 29 Sibat 2020
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Nûnerê Daîmî yê NY’ê yê Sûriyeyê Beşar Caferî, diyar kir ku divê welatên Ewropayê li hemberî şantajên Tirkiyeyê stuyê xwe netewîn in. 

Nûnerê Daîmî yê NY’ê yê Sûriyeyê Beşar Caferî di Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) a ji ber mezinbûna rageşiyên Idlibê, bi lezgînê kom bû de axivî û wiha got: “Hin welat, ji bo êrîşên Tirkiyeyê  yên li dijî axa Sûriyeyê hewl didin Konseya Ewlehiyê veguherînin platforma NATO’yê. Em hebû Tirkiyeyê ya li ser axa Sûriyeyê red dikin. Di vê Tirkiye nêzîkatiyên xwe yên êrîşkar û piştgiriya xwe ya bi terorê bi dawî bike. Rejîma Erdogan, sûriyên aştîxaz ber bi şer ve dibe û hewl dide NATO’yê ber bi serpêhatiyên xwe yên zarokatiyê ve bikişîn e. Tirkiye ji bo ku ketina xwe ya Yekitiya Ewropayê (YE) rehet bike, sivîlan weke amûrê şantajê li hemberî welatên Ewropayê bi kar tîne. Em bi biryardarî li dijî vê yekê derdikevin û guh nedin şantajên Tirkiyeyê.”
 
Caferî, di dawiya axaftina xwe de bang li welatên Ewropayê kir ku berpirsiyartiyên xwe bi cih bîne û li gorî qanûnên navneteweyî tevbigere.