Erebistana Siûdî Yemen bombe kir 39 kes kuştin

  • cîhan
  • 13:38 13 Kanûn 2017
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rejîma Erebîstana Siûdî bi balafiran li herêma Hûsiyan a Şîîyên Yemenê kontrol dike xist. Di êrîşê de 39 kes hatin kuştin. 

 
Li gorî nûçeya ajansa Reutersê dewleta Erebîstana Siûdî li herêma Hûsiyan a Şîîyên Yemenê kontrol dike xist. Di êrîşê de 39 kes hatin kuştin. Erebîstana Siûdî di êrişa hewayî de herî kêm 39 kes kuşt. Hat diyar kirin ku cihê êrîş lê pêk hatiye kampa polîsan a paytext Sana ye. 
 
Li gorî nûçeya televîzyona El-Mesire ya aydî Hûsiyan jî hat diyar kirin ku hêzên koalîsyonê yên di pêşengiya Erebîstana Siûdî de li dijî navenda polîsan a rojhilatê bajarê Sana êrişa hewayî pêk anîne. Di êrîşê de herî kêm 39 kesan jiyana xwe ji dest dane. 90 kes jî birîndar bûne. Hat zanîn ku kesên hatin kuştin kesên li navenda polîsan hatine binçavkirin in. Hat diyar kirin ku kesên li dijî Husiyan şer dikin û nêzî 180 kes hene.