Wezîrê Parastinê yê DYA’yê Esper: Fermana Erdogan rê li ber hilweşandinê vekir

  • cîhan
  • 17:00 15 Cotmeh 2019
  • |
img

NAVEND NÛÇEYAN - Wezîrê Parastinê yê DYA’yê Mark Esper, diyar kir ku şerê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê “Dagirgeriya yek alî ya Erdogane” û got: “Ev bû sedem ku li gelek deveran mirov bimirin, koçberî çêbe û hilweşandin pêk were.” 

Wezîrê  Parastina DYA’yê Mark Esper, li ser hesabê xwe yê medya civakî têkildarî êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, daxuyanî da. Esper, operasyona Tirkiyeyê weke “Dagirkerî” nirxand û wiha bertek nîşanî Erdogan da: “Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan, ligel hemû hişyariyên DYA’yê û mûxalefeta civakî ya navneteweyî jî, bi tena serê xwe fermana dagirkirina Bakurê Sûriyeyê da. Ev bû sedem ku li gelek deveran mirov bimirin, koçberî çêbe û hilweşandin pêk were.”
 
Esper, bal kişand ser rîska ku pevçûn berfireh bibe û wiha got: “Ji ber çalakiyên Tirkiyeyê yên xemsar ên li Bakurê Sûriyeyê rîska ku hêzên DYA’yê rastê hatin, nayê qebûlkirin. Di heman demê de, em bi rîska pevçûnên berfireh bibin re rû bi rû ne. Ji ber vê, li ser fermana Serokê DYA’yê, Wezareta Parastinê leşkerên xwe yên DYA’yî ji Bakurê Sûriyeyê vekişandin.”