Wezareta Parastinê ya Rûsyayê: Leşkerên rûs li Minbicê ne

  • cîhan
  • 14:55 15 Cotmeh 2019
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku leşkerên rûs li bakurê Sûriyeyê li xeta hevbirînê ya hêzên hikûmetê artêşa tirk dewriyeyan davêje.  

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê daxuyaniyek da û ragihand ku leşkerên Rejîma Sûriyeyê ketine Minbicê. 
 
'LEŞKERÊN RÛN DEVRIYE DAVÊJIN'
 
Wezaretê diyar kir ku leşkerên rûs li bakurê Sûriyeyê li xeta hevbirînê ya hêzên hikûmetê artêşa tirk dewriyeyan davêje.  
 
'EM BI ARTÊŞA TIRK RE HEVKARIYÊ DIKIN'
 
Wezaretê destnîşan kir ku di mijara Minbicê de bi artêşa tirk re hevkariyê dikin. 
 
'AMERÎKA BAREGEHÊN XWE TERK KIR'
 
Wezaretê ragihand ku hêzên Amerîkayê baregehên xwe yên Dadat û Ûm-Mîal ên li rojavayê bakurê Minbicê terk kirine û ber bi sînorên Iraq û Sûriyeyê ve çûne û baregeh ketine destên Rejîma Sûriyeyê.