NY: Tirkiye li gorî hiqûqa navnetewî sûc dike

  • cîhan
  • 13:19 15 Cotmeh 2019
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN – Ofîsa Mafên Mirova ya NY têkildarî operasyona li ser Rojava didome Tirkiyê hişyar kir. Ofîsa Mafên Mirov ya Neteweyên Yekbûyî (NY) têkildarî êrîşên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê hişyariya hiqûqa navnetewî li Tirkiyê kir. Di daxuyaniya hat dayîn de li gorî hiqûqa navnetewî dê Tirkiye ji înfazên komên girêdayî Tirkiyê li Sûriyê pêk tîne berpirsiyar bê girtin. 

 
Ofîsa NY kuştina siyasetmedara Kurd Hewrîn Xelef û kuştina endamên HSD’ê mînak nîşan da û wan derbarê înfazên komî de agahî wergirtine. 
 
NY banga “ji bo sûcên şer ên muhtemel rêvebirina lêpirsîna serbixwe” li Tirkiyê kir.