Ji Volkswagenê bo Tirkiyê biryara taloqê

  • cîhan
  • 12:54 15 Cotmeh 2019
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Koma wesayitan a Volkswagenê ragihand, ji ber êrîşên Tirkiyê yên li dijî Rojava wan biryara xwe ya ji bo avakirina febrîqeya nû ya li Tirkiyeyê rawestandine.

Koma wesayitan a Volkswagenê ragihand, ji ber êrîşên Tirkiyê yên li dijî Rojava wan biryara xwe ya ji bo avakirina febrîqeya nû ya li Tirkiyeyê rawestandine. Berdevkê Volkswagenê diyar kir ku biryara febrîqeya nû ji aliyê rêveberiyê ve hatiye taloqkirin. Berdevk got: "Em rewşê ji nêz ve dişopînin û ji rewşa heyî bi fikar in."
 
Koma wesayitê beriya niha biryar wergirtibû ku febrîqeya xwe ya nû li şûna Romanya yan jî Bûlgaristanê, li Tirkiyeyê ava bike. Ji bo febrîqeyê wê ji 1.2 heta 1.5 milyar euro razemenî bihata kirin û derdora 4 hezar kes lê bihatina xebitandin.