Yekîtiya Ereban: Dagirkerî û serdestî binpêkirin e

  • cîhan
  • 16:39 12 Cotmeh 2019
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Yekitiya Ereban, şerê Tirkiyeyê yê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weke "Dagirkerî û binpêkirina serweriya axa Sûriyê" nirxand û banga civîna lezgîn li Misir û Yekitiya Ereban kir. 
 
Sekreterê Giştî yê Yekitiya Ereban Ahmed Aboûl Gheît, derbarê şerê Tirkiyeyê yê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî da û got: "Ev êrîş dagirkerî û binpêkirina serweriya axa Sûriyeyê." 
 
Gheît, operasyona Tirkiyeyê weke "Dagirgeriya welatekê Erep (Sûriyeyê) û serweriya binpêkirina axa Sûriyeyê" nirxand û banga civîna lezgîn li Misir û Yekitiya Ereban kir. Gheît, da zanîn ku ev êrîş nayê qebûl kirin.