Meclîsa Nûneran a DYA’yê bertek nîşanî biryara ‘vekişînê’ ya Trump dan

  • cîhan
  • 10:09 12 Cotmeh 2019
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN – Meclîsa Nûneran a DYA’yê bertek nîşanî biryara Trump a “vekişandina” eskerên Amerîka ya ji ser sînor da. Li dijî vê yekê jî pêşnûme pêşkêş kir. Serokê Komîteya Têkiliyên Derve ya Meclîsa Nûneran Ellîot Engel ê îmzeya wî di bin pêşnûmeyê de Trump sûcdar kir û got: “Vekişandina leşkerên me ya ji wê herêmê xiyaneta li dijî hevkarên me ye.” 

 
Serokê Komîteya Têkiliyên Derve ya Meclîsa Nûneran Ellîot Engel û wekîlê Komarê Michael McCaul biryara pêşnûme pêşkêş kirin. Ji her dua liyan ve jî destekek mezin dan pêşnûmê. 
 
Engel û McCaul têkildarî pêşnûmeyê daxuyaniyek nivîskî dan û piştî biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a vekişîna eskeran ku Tirkiyê êrîş bir ser Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û bajarên Rojava rexne kirin. 
 
‘TRUMP XIYANETÊ LI HEVKARÊN ME KIR’ 
 
Engel di daxuyaniyê de HSD’ê parast û wiha got: “Serok Trump, bi bekişandina leşkerên me ya ji wê herêmê xiyaneta li dijî hevkarên me kir. Pişta xwe da nirxên me yên welat û ewlehiya me ya netewî. Îro bi vê pêşnûmeyê biryara hatiye girtin bi awayek xof red dike. Em wek endamên Kongreyê nîşan didin ku li gel Serok ku hêza me bi nebaşî bikar tîne û zirarê dide rêgez û ewlehiya me nîn in.” 
 
Li gorî nûçeyên medyaya DYA’yê dê nava hefteya pêş me Ellîot Engel ji bo operasyona Tirkiyê ya li dijî Rojava bê rawestandin û Trump danekirinê deyne ser Tirkiyê dê pêşnûmeyek nû pêşkêş bike. 
 
Pêşnûmeyek dişibe vê pêşnûmeyê jî pêşkêşî Senato hatibû kirin. Senatorê payebilind ê Komarparêz Lîndsey Graham eşkere kiribû ku roja çarşemê pêşnûmeyek danekirinê pêşkêşî Senatoyê kiriye û her du partiyên di Senatoyê de jî ji bo mijara danekirinê hemfikir bûne. 
 
Di pêşnûmeyê hat xwestin danekirin deynin ser Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan û Cîgirê Serokkomar Fuat Oktay û hin wezîrên Tirkiyê. Her wiha di pêşnûmeyê de tê xwestin heke Tirkiye êrîşên xwe ranewestîne dê danekirinên giran deynin ser sektorên bazirganî û leşkerî jî.