Îranê pêşniyara Mutabaqata Edeneyê li Tirkiyeyê kir

  • cîhan
  • 11:12 8 Cotmeh 2019
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Karên Derve yê Îranê Cevad Zarîf diyar kir ku li hemberî liv û tevgereke leşkerî ya Tirkiyeyê ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne û pêşniyara Mutabaqata Edeneyê li Tirkiyeyê kir
 
Ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Îranê ve hat ragihandin ku Wezîrê Karên Derve yê Îranê Cevad Zarîf û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlûd Çavûşoglû bi rêya telefonê, ji bo nirxandin rewşa dawîn a operasyona li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hevdîtinek kirine. 
 
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di hevdîtinê de Çavûşoglû destnîşan kiriye ku dê ji yekparebûna Sûriyeyê re rêz bigirin û operasyon demkî be. 
 
Di daxuyaniyê de têkilarî helwesta Îranê ya ji bo operasyonê jî hat diyarkirin ku Zarîf ji Çavûşoglû re gotiye ku ew li dijî operasyona leşkerî ne û xwestiye ku ji yekparebûna Sûriyeyê re rêz bigire. 
 
Her wiha hat destnîşan kirin ku Zarîf têkildarî geşedanên dawîn ên di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de pêşniyara Mutabaqata Edeneyê li Çavûşoglû kiriye.