McGurk: Trump şaşiyên kambax dubare dike

  • cîhan
  • 13:08 7 Cotmeh 2019
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Nûnerê Amerîkayê yê berê yê Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ`ê Brett McGurk li ser Twitterê nerehetiya xwe der barê daxuyaniya Koşka Spî de anî ziman û got biryara DYA’yê ji Rûsya, Îran û DAIŞ’ê re wekî diyariyekê ye û Trump şaşiyên kambaxtir dubare dike. 

 
Brett McGurk li ser hesabê xwe yê  Twitterê de parve kir ku Trump piştî li gel serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan axivî, biryara vekişandina ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê da û bi vê biryarê xelatekê pêşkêşî Rûsya, Îran û DAIŞ`ê dike û got muhtemel e ku ji ber vê biryarê hatibe hişyarkirin jî.
 
Brett McGurk wiha got: "Di cewherê hemû aliyan û siyasetên derve yên DYA`yê de şaşiyên wiha hene. Armanca serokê Amerîkayê nebûna proseyên lêpirsîna rastiyan, pêşxistina bijardeyan an  jî amadebûna ji rewşên awarte re ye. Trump heman biryar, dema ku ez li ser erka xwe bûm û ji ber vê yekê min îstîfa kir, ragihand. Îro jî heman şaşiyên kambaxtir dubare dike û ji wê demê ve rayedarên Amerîkayê QSD qanih dikir ku em ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bimînin.
 
Li ser vî esasî rayedarên Amerîkayê bi QSD`ê re li ser plana 'mekanîzmaya ewlehiyê' li hev kir û li ser sînorê Sûriye-Tirkiyê hemû bendên parastinê rakirin da ku Tirkiye xaka Sûriyê binpê neke.”
 
Brett McGurk hişyariya encamên gefên Enqereyê yên têkildarî herêma ewle da ku ew jî ji herêmên Kurdan, Suryaniyan û pêkhateyên din pêk tê.
 
Brett McGurk got Tirkiye nikare 60 hezar girtiyên DAIŞ`ê yên li kampa Holê girtî ne, bi rê ve bibe, jixwe ev a ku Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê û Wezareta Parastinê ya Amerîkayê hişyariya wê dikin û diyar kirin ku fikarên berevajî vê yekê dê bandore li ewlehiya neteweyî bikin.