NY: Em nizanin wê çi bibe

  • cîhan
  • 12:45 7 Cotmeh 2019
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN – Neteweyên Yekbûyî têkildarî operasyonek muhtemel a li dijî Rojava daxuyanî da û bang li hemû aliyan kir. Kordînatorê Alîkariya Mirovî ya ji bo Krîza Sûriyê yê NY Panos Moumtzis li Cenevre daxuyanî da û got: “Em nizanin wê çi bibe… Em ji rewşa herî xirab re xwe amade dikin.” 

 
Neteweyên Yekbûyî (NY) têkildarî amadekariyên operasyonek muhtemel a li dijî Rojava daxuyanî da. Kordînatorê Alîkariya Mirovî ya ji bo Krîza Sûriyê yê NY Panos Moumtzis li Cenevre daxuyanî da rojnamegeran û bang li hemû aliyan kir û got: “Heke Tirkiye operasyonê bide destpêkirin divê koçberkirina sivîlan were astengkirin.” 
 
Moumtzis gotinên “di mijara herêma ewle de tecrûbeyên bi êş hene” bi bîra NY’yê xist. Moumtzis têkildarî operaysona muhtemel a Tirkiyeyê jî got: “Em nizanin wê çi bibe… Em ji rewşa herî xirab re xwe amade dikin.” 
 
‘PLANA REWŞA LEZGÎN AMADE YE’ 
 
Rayedarek NY eşkere kir ku li dijî îhtîmala koçberî ku ji bakurê Sûriyê dest pê bike plana rewşa lezgîn pêk anîne û kesên pêdiviya lezgîn ji wan re lazim be divê ji bo xwegihandina herêmê ya dê alîkariya zexîre û tibî bidin wan jî divê rê vekirî bin.