Merkel: Em gihiştin armanca xwe ya Stratejik

  • cîhan
  • 21:52 24 Îlon 2017
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Serokwezîra Alman Angela Merkel ku 4 hilbijartinin bi ser dikeve, daxuyaniya yekem da û diyar kir ku ew gihiştine armanca xwe ya stratejik. 
 
Li Elmanyayê 61 milyon kes ji bo hilbijartinan çûn ser sindoqan. Li gorî encamên fermî yên destpêkê: Partiya Serokwezîr Angela Merkel li gorî hilbijartina sala 2013’an ji sedî 8 dengên xwe kêm kir û bû ji sedî 33. Di rêza duyemîn de Partiya Demokrat a Sosyal ji sedî 4,8 deng kêm kir û rêjeya wê gihişt ji sedî 20’î. Partiya Demokrat a Hur jî ji sedî 5 dengê xwe zêde kir û bû ji sedî 10. Alternatîfa ji bo Elmanyayê ya rastgir  a tund ya ku li dijî penaber û koçberan e, di meclîsê de bû partiya sêyemîn. 
 
Tê payîn ku CDÛ 220, SPD 138, AfD 87, Partiya Keskan 62, Partiya Çep 59 û FDP jî 65 kursiyan bi dest bixe.
 
Namzetê Serokwezîriyê yê ji SPD’ê Martîn Schûlz bal kişand ser encamê û got: “Îro ji bo dîroka demokrasiyê ya sosyal a Elmanyayê rojeke giran û dijwar e.”
 
Ji bo avakirina hikumetê jî, Merkel daxuyaniya yekem da û got ji xeynî Partiya Çep û AfD’ê deriyê wan ji hemûyan re vekiriye. Merkel, têkildarî encama hilbijartinê li NAvenda Giştî ya CDU’ê civîna çapemeniyê pêk ani. Merkel, spasiya xwe ji hilbijerên xwe re anî û wiah got: "Min hevî dikir ku encamek hîn baştir ji hilbijartinê bigirim. Ji ber ku kampanya me ya hilbijartinê gihiştiye encama stratejîk ez kêfxweş im. Em wekî CDU û Partiya Yekîtiya Sosyal a Hristiyan (CSU) yekîtiyên herî bi hêz in. Erka me ya em hikûmetê ava bikin heye. Em dibêjin bêyî me hikûmet nayê avakirin."