YE'yê 80 milyon ewro alîkariya ji bo Tirkiyeyê qut kir

  • cîhan
  • 14:02 26 Cotmeh 2017
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Mijara ku hefteya borî di Lûtkeya YE'yê de li hev kirin, di butçeyên Parlamentoya Ewropayê de hat destgirtin. Alîkariyên malî ya di dema tevlêbûna Tirkiyeyê ya YE'yê dihat kirin, ji sala 2018'an 80 milyon ewro hat qutkirin.

 
Parlamentoya Ewropayê (PE) ya ku saziya darazê ya Yekitiya Ewropayê (YE) ye, di dema hevdîtinên butçeyê de, di alîkariyên ji bo Tirkiyeyê tên kirin de qutbûn pêk anî û li dijî Tirkiyeyê hin tevdîr girtin. 
 
Lûtkeya lîderan a YE'yê hefteya borî li Brukselê pêk hat û di çarçoveya muzakereyên endamtiyê de li dijî Tirkiyeyê hin tevdîrên malî hatin standin û di alîkariyan de qutbûn pêk hat. 217 milyon ewroyê ku wekî alîkariya ku Parlamentoya Ewropayê di sala 2018'an de di warê reform, binesazî û çandiniyê de dida Tirkiyeyê, ji vê alîkariyê 80 milyon ewro qut kir. Li gorî vê dê di pêngava ewil de ji alîkariya bo Enqereyê 50 milyon ewro bê birîn, heke di warê hişyariyên YE'yê yên der barê mafên mirovan de Tirkiye gavan nevêje, dê 30 milyon ewroyê din jî bê birîn.
 
Wekîlê PE'yê Siegfried Muresan di hevdîtinên butçeyê de aşkera kir ku Tirkiye hurmetê nîşanê azadî, mafên mirovan nade û her roja ku derbas dibe ji standartên demokrasiya Ewropayê dûr dikeve.
 
Di warê qutbûna alîkariyan de, piştî di navbera Tirkiye û Almanyayê de tengezarî derbetibû, Almanyayê xwestibûn qutbûn pêk bê.
 
YE'yê di navbera salên 2014 û 2020'an de berî ku Tirkiyeyê tev li YE'yê bibe, 4 milyar û 450 milyon ewro dê alîkarî bida.