NAVENDA NÛÇEYAN - Şaredariya Wiesbaden a Almanya peykerê Serokomarê Tirkiye Tayyip Erdogna ê ku li Wiesbadenê hatibû çikilandin rakir.
Şaredariya Wiesbaden, peykerê Serokomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan ê ku 4 metre bilin bû û hatibû çikilandin rakir. Şaredarkiyê bi hinceta ewlehiyê peykerê Erdogan rakir.
Şaredariya Wiesbaden li ser hesabê Twitterê daxuyanî da û Şaredarê Bajarê Mezin Sven Gerich û Midûrê Zabıta Oliver Franz ligel teşkîlata polîsan bi armanca ewlehiyê biryar dan ku peykerê Erdogan rakin.
Roja duyemê di çarçoveya mihrîcanekê de peykerê Erdogan ê 4 metre bilind ku di rengê zêr de bû hatibû çikilandin. Şeve din peykerê Erdogan ji aliyê yekîneyên îtfaiyê ve bi vîncê rakirin.