Li Iraqê hejmara kesên di şewatê de mirin derket 61’an

  • cîhan
  • 11:17 17 Tîrmeh 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN – Li bajarê Kut a Iraqê li xwaringeheke danûstendinê de şewat derket û hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane derket 61’an. 
 
Di şewata ku li navenda danûstendinê ya li bajarê Kût ê Iraqê derketî de hejmara miriyan derket 61'an. Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Hundir a Iraqê, şewat li navenda danûstendinê ya 'Hypermarket' a li bajarê Kûtê rû daye û li vê derê 61 kesan jiyana xwe ji dest dane. 
 
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku piraniya miriyan ji ber dûmana asê mane û ji ber fetisînê jiyana xwe ji dest dane. 
 
Li bajêr 3 rojan şîn hate îlankirin.