Netanyahu: Êriş dê bidomin, Îran dê bersivê bide

  • cîhan
  • 22:25 13 Hezîran 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu diyar kir ku dê Îran bersivê bide êrişên wan û ew bi xwe jî dê êrişên xwe bidomînin. 
 
Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu “banga neteweyî” kir. Netanyahu, îdia kir ku piştî kuştina Sekreterê Giştî yê Hîzbullahê Hasan Nasrallah, Îranê lez daye bernameya xwe ya nukleerê û got: “Diviyabû em jî biketina nava tevgerê. Min jib o dawiya Nîsanê biryara operasyonê dabû lê ji ber sedemên cuda çênebû. Piştre jî li ser Serfermandarê Giştî û Wezîrê Parastinê me ev roj diyar kir.” 
 
 
Netanyahu, got ku dê êrişên wan bidomin û got: “Ev hedefa ewil e lê tenê yek hedef nîne. Netanyahu, bang li Îsraîliyan jî kir û ev tişt anî ziman: “Îran dê bersivê bide, di êriş bike, dibe ku ev pir dijwar be. Guh bidin fermanên me.” 
 
 
Netanyahu, got ku wan DYA agahdar kiriye û got: “Ez pozîsyona Amarîkayê ji Amerîkayê re dihêlim. Me ew têkildarî êrişê agahdar kiribûn. Dê niha çi bikin? Ez vê ji Serok Trump re dihêlim, ew, biryarên xwe serbixwe dide, nikarim ser navê wî biaxivim.” 
 
Netanyahu, got ku wan li rampayên fuzeyan ên Îranê xistine lê hedefa wan a esasî tesîsên hilberandina fuzeyan e.