Ji Trump daxuyaniyeke nû: Êrişên din dê bêrehmtir bin

  • cîhan
  • 14:05 13 Hezîran 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê DYA’yê Donald Trump têkildarî êrişên Îsraîlê yên li dijî Îranê axivî û got: “Ji bo lihevkirinê min şens li ser şensî da Îranê. Êrişên din dê bêrehmtir bin. Divê lihev bikin.” 

Serokê DYA’yê Donald Trump têkildarî êrişên Îsraîlê yên li dijî Îranê li ser platforma Truth Social ku xwediyê wê ye, daxuyanî da. Trump, got: “Ji bo lihevkirinê min li ser hev şens da Îranê. Niha tevek mirin û rewş dê hêj xerabtir bibe! Di halê hazir de mirin û wêraniyeke mezin çêbû, lêbelê ji bo ev rewş bi dawî bibe hêj dem heye, êrişên din dê gelek bêrehmtir bin.” 
 
Daxuyaniya Trump wiha ye: “Ji bo lihevkirinê min li ser hev şens da Îranê. Bi gotinên herî xurt min jê tenê jê xwest ‘bikin.’ Lêbelê çiqas hewl dabin jî, çiqas nêz bibin jî nekarîn vê bikin. Min ji wan re got ku dê ji her tiştên ew dizanin, texmîn dikin an jî ji wan re hatiye gotin gelek xerabtir bibe, DYA’yê li her devera cîhanê techîzata leşkerî ya herî baş û xedar afirandiye û Îsraîl xwedî ji van gelek zêdetir e û min jê re got ez dizanim ka ew ê van çawa bi kar bînin. Hinek alîgirên tundiyê yên Îranî bi dilwêrekî axivîn lêbelê nedizanîn ka dê çi bibe. Niha tevek mirin û rewş dê hêj xerabtir bibe! Di halê hazir de mirin û wêraniyeke mezin çêbû, lêbelê ji bo ev rewş bi dawî bibe hêj dem heye, êrişên din dê gelek bêrehmtir bin. Îran, beriya ku tu tiştek ji wê nemîne, divê lihev bike û cihê demekê weke Împaratoriya Îranê jê re dihat gotin, xelas bike. Zêdetir mirin tune, zêdetir wêranî tune ye, beriya dereng bibe bikin. Xwedê we tevan biparêze!”