Îsraîl: Qonaxa ewil a êrişan temam bû

  • cîhan
  • 13:27 13 Hezîran 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Îsraîlê ragihand ku qonaxa ewil a êrişên li dijî Îranê temam bûye.  

Îsraîlê ragihand ku qonaxa ewil a êrişên li dijî Îranê ku di saetên serê sibehê de dest pê kiribû, temam bû. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di êrişê de bi dehan balafirên şer hatine bikaranîn û wiha hate gotin: “Çendek tesîsên nukleerê yên li herêmên cuda jî di nav de, gelek deverên leşkerî hatin hedefgirtin. Qonaxa ewil a êrişan temam bû.”