Li Îranê li şûna kesên hatin kuştin hin kesên nû hatin wezîfedarkirin

  • cîhan
  • 11:48 13 Hezîran 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Îranê, li şûna Serfermandarê Giştî yê Artêşê û Fermandarê Giştî yê artêşa Muhafizên Şoreşê ku hatibûn kuştin, ji bo demekê hin kesên nû wezîfedar kir. 
 
Di encama êrişên Îsraîlê yên di çarçoveya operasyona “Şêr ê bilindbûyî” de Fermandarê Artêşa Muhafizên Şoreşê ya Îranê Tumgeneral Huseyîn Selamî û Serokê Fermandariya Giştî Tumgeneral Mûhammed Bakirî hatin kuştin.
 
Li ser vê yekê Îranê ji bo Fermandariya Artêşa Muhafizên Şoreşê Ahmed Vahîdî û ji bo Serokatiya Fermandariya Giştî ya Îranê jî Habîbûllah Seyyarî bi demkî tayîn kir.
 
Herdu kes jî dema bihûrî di asta bilind a siyasî û leşkerî de wezîfe kiribûn.
 
VAHÎDÎ KÎ YE?
 
Ahmed Vahîdî di navbera salên 1988-1998'an de fermandarî ji Hêza Qûdsê re kir ku yekîneya operasyona derve ya Artêşa Muhafizên Şoreşê ya Îranê ye. Di navbera salên 2009 û 2013'an de jî wezîrê parastinê, di navbera salên 2021 û 2024'an de wezîrê karên hundir bû.
 
SEYYARÎ KÎ YE?
 
Habîbûllah Seyyarî jî di navbera salên 2007 û 2017'an de Fermandarê Hêzên Deryayî yên Îranê bû. Seyyarî her wiha salên dawî di gelek wezîfeyên leşkerî yên stratejîk de kar kir.