Katia Zagoritou: Divê rêxistineke hevpar a Kurdan bê avakirin

  • cîhan
  • 13:43 24 Gulan 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di rûniştina ewilî ya konferansa “Pirsgirêka Kurd û geşedanên li Rojhilata Navîn” de rewşa Kurdan hate nîqaşkirin. Akademîsyen Katia Zagoritou diyar kir ku divê li Sûriyeyê rêxistineke hevpar a Kurd bê avakirin.
 
Konferansa “Pirsgirêka Kurd û geşedanên li Rojhilata Navîn” a li paytexta Yewnanistan Atînayê dewam dike. Hevserokê PYD’ê Xerîb Hiso, Hevseroka Daîreya Têkîliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed, Hevseroka Ofîsa Têkîliyên Dîplomatîk a PYD’ê Sema Begdaş û gelek akademisyen, siyasetmedar û rojnamevan beşdarî konferansê bûn.
 
Di rûniştina ewilî ya konferansê de ku moderatoriya wê ji aliyê Zakia Aqra ve hate kirin, rewşa Kurdên li Sûriyeyê hate nirxandin.
 
Akademîsyen Katîa Zagorîtou destnîşan kir ku divê cureyên etnîk û baweriyan ên li Sûriyeyê bên naskirin û mafên hemû komên civakî bi zagona bingehîn bên garantîkirin. Katîa Zagorîtou anî ziman ku divê li Sûriyeyê rêxistineke hevpar a Kurd bê avakirin.
 
Doçentê alîkar ê Zanîngeha Neteweyî û Kapodistrian a Atînayê Antonîs Deriziotis jî diyar kir ku desthilatdariya AKP’ê bi operasyonên nû yên binçavkirinê hewl dide muxalefetê biçewisîne û got, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî dewleta Tirk êrîşên xwe didomîne û bi destê çeteyan hewl dide li Sûriyeyê rejîma xwe ava bike.
 
Di dawiya rûniştina ewilî de ji Zanîngeha Peloponnese Profesor Sotiris Roussos axivî û diyar kir ku niha di navbera Tirkiye û Siûdî Erebistan de lihevkirinek heye.
 
Rûniştina ewilî bi pirs û bersivan bi dawî bû.