NY: Tirkiye li Sûriyeyê sûc dike!

  • cîhan
  • 13:28 10 Îlon 2024
  • |
img
CENEVRE - Di Rapora Komîsyona Lêkolînê ya Sûriyeyê ya NY’yê de hat diyarkirin ku ji ber êrişên Tirkiyeyê û hêzên paramîlîter ên girêdayî wê yên li ser Rojava di astek cidî de binpêkirinên mafên mirovan qewimîne. 
 
Li bajarê Cenevreyê ya Swîsreyê 57’emîn Civîna Mafên Mirovan a Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) dest pê kir. Komîsyona Lêpirsînê ya Navneteweyî ya Serbixwe ya Sûriyeyê ku rapora xwe ya li ser Sûriyeyê pêşkêşî Konseyê kir. Di raporê de cihek berfireh ji êrişên dawî yên Tirkiyeyê re hat veqetandin. Di raporê de hat destnîşankirin ku bi taybetî li herêmên di bin kontrola Tirkiyeyê de binpêkirinên giran ên mafên mirovan qewimîne, sivîl dibin hedef û operasyonên leşkerî û êrişên li dijî herêmên kurdan zêde bûne. Di van êrişan de binesaziya herêmê hatiye rûxandin û gelê herêmê di nava rewşeke dijwar de hatiye hiştin. Hate diyarkirin ku herêm gelek caran bi binçavkirinên kêfî, îşkence û talankirinê re rû bi rû maye.
 
'ÊRIŞ BÛNE SEDEMÊ MIRINA SIVÎLAN’ 
 
Li gorî raporê, di navbera mehên çile û hezîrana 2023’yan de li herêmên ku bi piranî kurd lê dijîn, êrişên komên ku Tirkiye destekê dide wan, bûne sedema mirina sivîlan û metirsiyeke cidî ya ewlekariyê bi xwe re derxistiye. Komisyona Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku binpêkirinên bi vî rengî li dijî hiqûqa navneteweyî ne û bêîstiqrariyê li herêmê zêdetir dike. Rapor her wiha teqez dike ku çavdêrî kirine ku zêdebûneke mezin di hejmara sivîlên ku di encama van êrişan de koçber bûne. 
 
'LI DIJÎ HHIQÛQA NAVNETEWEYÎ YE’ 
 
Komîsyonê bal kişand ser wê yekê ku hêzên Tirkiyeyê gelek operasyon li dijî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anîne, komîsyonê got ku lêkolîn kirine ku di wan êrişên esmanî yên Tirkiyeyê ku zivistana sala par turbînên santralek elektrîkê û gelek avahiyên tenduristiyê li Swêdiya bajarê Hesekê kirine armanc. Di raporê de der barê êrişên Tirkiyeyê de ev agahî hatin parvekirin: “Di encama van êrişan de av, sotemenî û xizmetên din ên bingehîn li ser ji zêdetirî milyonek kesî hatin qutkirin. Ev kiryar li dijî hiqûqa navneteweyî ne. Her wiha di meha gulanê de ambulans hedef hatin girtin û ev binpêkirina hiqûqa mirovî ya navneteweyî ye."
 
'SÛCÊN LI DIJÎ MIROVAHIYÊ TÊN KIRIN’ 
 
Komisyona ku li Ofîsa Cenevre ya Neteweyên Yekbûyî têkildarî raporê daxuyaniyek da, bang li her kesî kir ku ji bo bidawîkirina tundiya li Sûriyeyê berpirsyariyên xwe bi cih bînin.  Serokê Komîsyonê Paulo Pinheiro bal kişand ser şer û pevçûnên dawî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di navbera QSD'ê ya bi pêşengiya kurd û êlên ku Îran û rejîma Sûriyeyê piştgiriya wan dike, hêzên hikûmeta Sûriyeyê û milîsên Îranê piştgiriya wan dike û got ku ev rewş bi taybetî li derdora Dêrezorê diqewime û ev rewş pêleke nû ya dijminatiyê derdixe. 
 
LI SÛRIYEYÊ PÊKANÎNÊN BINÇAVKIRINÊ 
 
Komîsyonê destnîşan kir ku pêkanînên hovane yên binçavkirinê li tevahiya Sûriyeyê dewam dikin û ev pêkanîn weke sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê tên binavkirin. Komîsyonê diyar kir ku wan tomar kiriye ku Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) û hin komên SNA’yê di tesîsên xwe ew rêbazên îşkenceya hovane ya hikûmetê bi kar anîne.
 
Li Sûriyeyê her ku diçe rewşa krîza aborî û ewlehiyê jî ber bi xerabiyê ve diçe. Neteweyên Yekbûyî bang kir ku ev êriş demildest bên sekinandin û divê bi lezgînî alîkariya mirovî bê zêdekirin. 
 
MA / Ruştu Demîrkaya