WHO’yê têkildarî bandora germahiya kûrewî, hişyarî kir

  • cîhan
  • 19:47 18 Tebax 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) têkildarî bandora neyînî ya germahiya kûrewî ya li ser tenduristiyê, fikarên xwe anî ziman û hişyar kir. 
 
Li gorî daneyên WHO’yê her sal li seranserî cîhanê nêzî 500.000 kes ji ber germahiya zêde, jiyana xwe ji dest didin û 175.000 ji van mirinan, li Ewropayê çêdibe. Pispor diyar dikin ku mirinên ji ber germahiyê, di salên dawî de ji sedî 30 zêde bûne û bang dikin ku li dijî vê yekê tedbîr bên girtin.
 
WHO germahiya zêde weke ‘kujerekî ku nayê dîtin’ pênase dike û destnîşan dike ku ev bandorên neyînî yên germahiya gerdûnî, her ku diçe hîn zêdetir tê hîskirin.
 
PÊŞNIYAR
 
WHO pêşbînî dike ku mirinên ku ji ber germahiya gerdûnî çêdibin, dibe di salên pêşiya me de hîn jî zêdetir bibin û destnîşan dike ku ji bo mirov xwe ji germahiyê biparêze, divê tedbîrên hêsan lê belê bi bandor bigirin.
 
WHO pêşniyar dike ku mal hênik bên girtin, bi rengekî rêkûpêk av were vexwarin û divê mirov ji germahiyê birevin. Her wiha ji bo hîn baştir meyzekirina kesên bêparastin, ji bo parastina karkerên ku li ber germahiyê kar dikin û zêdebûna germahiya gerdûnî bi 1.5 C pileyê re were sînorkirin, bang kir.