Li dijî tecrîdê çalakiyên rûniştinê tên destpêkirin

img

NAVENDA NÛÇEYAN - KCDK-E dê li dijî tecrîda li Îmraliyê di 5-6 û 7’ê tebaxê de li gelek deverên cîhanê çalakiyên rûniştinê li dar bixe. 

 
Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) daxuyaniyek weşand û da zanîn ku dê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li gelek navendan çalakiya rûniştinê ya ku dê sê rojan bidome li dar bixin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku Abdullah Ocalan 25 sal in tecrîdkirî ye û saziyên weke CPT û Konseya Ewropayê jî agahiyên xwe yên têkildarî rewşa li Îmraliyê û sedema astengkirina hevdîtina bi Abdullah Ocalan re eşkere nakin. 
 
Bi domdarî wiha hat destnîşankirin ku rewşa agahînegirtina ji Abdullah Ocalan ku 4 sal in didome, astengkirina serdanên malbatê û parêzeran ji hêla gelê kurd ve nayên qebûlkirin û wiha hate gotin: “Cezayên disiplînê yên ku weke hinceta tecrîda li ser Rêber Apo tê nîşandan, bi esasî ji bo astengkirina jinûve darizandin û misogeriya azadiya fîzîkî ya bi rêya 'Mafê Hêviyê' ye. Cezayên bêbingeh in.”
 
BANGA TEVLIBÛNA ÇALAKIYÊ
 
Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku berxwedana li Îmraliyê tê domandin îro li seranserî cîhanê belav bûye û daxuyanî wiha bi dawî bû: “Dewleta tirk a faşîst di bêhiqûqî û sîstema îşkenceyê de israr dike. Gelê kurd rejîm û sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê rewa nabîne û qebûl nake. Di serî de CPT û Konseya Ewropayê ji bo zext li saziyên pêwendîdar bêne kirin ku helwestê li hemberî tecrîdê nîşan bidin, têkoşîna me dewam dike. Ji bo vê jî li Ewropa, Ingilistan, Kanada û Awûstralyayê gelê kurd tevî dostên xwe 5-6-7'ê tebaxê dest bi çalakiyên rûniştinê dike. Ji bo çalakiyên rûniştinê yên 5-6-7'ê Tebaxê em bang li gelê xwe, dostên xwe, jin, ciwan, extiyar, zarokan dikin ku bi rengekî çalak beşdar bibin.”