Li Îranê ji bo 3 rojan şîn hate ragihandin

  • cîhan
  • 13:24 31 Tîrmeh 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îranê ji bo Serokê Buroya Siyasî ya Hamasê Îsmaîl Haniye 3 roj şîn hate ragihandin. Artêşa Muhafizên Şoreşê got ku dê bersiveke tund bidin Îsraîlê. 
 
Serokê Buroya Siyasî ya Hamasê Îsmaîl Haniye li paytexta Îranê Tehranê di encama êrişeke suîqestê de hate kuştin. Artêşa Muhafizên Şoreşê ya Îranê têkildarî êrişê daxuyanî da û got ku dê “bersiveke tund û biêş” bidin. 
 
LI ÎRANÊ 3 ROJAN ŞÎN HATE RAGIHANDIN
 
Her wiha ji ber mirina Haniye, li Îranê ji bo 3 rojan şîn hate ragihandin. Tê payin ku piştî merasîma cenazeyê ya li Îranê, dê cenazeyê Haniye bişînin paytexta Qeterê Dohayê û li wir bê definkirin.