Li Venezuelayê bîlanço girantir dibe

  • cîhan
  • 11:27 31 Tîrmeh 2024
  • |
img
ENQERE - Li Venezuelayê Maduro bi dengê ji sedî 51,20 cara sêyem wek serodê dewletê hate hilbijartin. Di çalakiyên piştî hilabijartina Maduro dest pêk kirine de encama çalakiyan girantir dibe. Di pevçûnên heya niha de 6 kes jiyana xwe ji dest dan.
 
Bîlançoya çalakiyên protestoyê yên piştî ku Madûrê ji sedî 51,20 dengan cara sêyemîn hate hilbijartin destpêkirinê, girantir dibe. Li eyaleta Yaracuyê di navbera hêzên ewlehiyê û çalakgeran de pevçûn derket. Di encama pevçûnan de 6 kesan jiyana xwe dest da û 84 kes jî birîndar bûn. Di çalakiyan de gelek kes hatin binçavkirin. 
 
WEZÎRÊ PARASTINÊ: GAVEKÎ ŞAŞ NAVÊJIN
 
Wezîrê Parastinê yê Venezuelayê Vladimir Pardino Lopez têkildarî bûyeran daxuyanî da û wiha got: “Em ê destûr nedin welat vegere li tariya salên 2014, 2017 û 2019’an.  Gavekî şaş navêjin.” Herwiha Serdozgerê Neteweyî yê Venezuelayê Tarek William Saab diyar kir ku di bûyerên derketî de gelek malê cemaweriya giştî zirarê dîtine û dê derbarê kesên berpirsyar de dê kirariyên hewce bên kirin. 
 
Li gorî daxuyaniya Konseya Hilbijartinê ya Venezuelayê ya fermî Serokê Dewletê Nicolas Maduro ji sedî 51,20’ê dengan girt û cara sêyemîn di hilbijartina serokatiya dewletê de bi ser ket. Piştî temabûna hilbijartinê, muxalefet daxuyanî da û anî ziman ku encamên Konseya Neteweyî ya Hilbijartinê (CNE) rast nîn in û gotibû ku di encaman de fêl û fan hene.