Li Venezuelayê protestoyên hilbijartinê: Kesek hate kuştin

  • cîhan
  • 11:39 30 Tîrmeh 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Venezuelayê muxalîfên destnîşan kirin ku di hilbijartinê de hîle hatiye kirin, daketin kolanan. Di çalakiyên protestoyan de kesek hate kuştin. 
 
Di hilbijartinên serokatiya dewletê yên Venezuelayê de encamên binakok derketin holê. Muxalefet daxuyaniya serkeftinê ya Serokê Dewletê Nicolas Madurê “bihîle” dît, îtîraz kir û îdia kir ku namzetê muxalîf Edmundo Gonzalez ji sedî 73.2’yê dengan girtiye. Bi ser vê yekê çalakiyên protestoyê dest pê kirin. 
 
Hezaran kesên ku piştgirî didin muxalefetê ber bi Qesra Serokatiyê ya li Caracasêve meşiyan. Çalakî di demekî kin de belavî tevahiya welat bûn. Polîs û leşker bi ava şid êrişî muxalîfan kir. 
 
Li gorî nûçeyên di çapemeniya neteweyî de derketine pêş di eyaleta Yaracuy de di navbera polîs û çalakgeran de pevçûn derket. Di pevçûnên derketine de welatiyek di êrişa çekdarî de jiyana xwe ji dest da û 46 çalakger jî hatin binçavkirin. 
 
Wezîrê Parastinê yê Venezuelayê Vladimir Padrino Lopez bi ser hesaba xwe ya medya dîjîtal daxuyand ku di pevçûnan de 23 leşker birîndar bûne. Lopez idia kir ku hinek leşker di encama êrişên çekdarî de birîndar bûne û ev tişt gotin: “Em ê destûr nedin ku welat vegere tarîtiya salên 2014, 2017 û 2019’an. Gavekî şaş neavêjin.”