Li Peravên Kanaryayê cenazeyê 5 koçberan hat dîtin

  • cîhan
  • 16:31 20 Hezîran 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Tîmên rizgarkirinê yên Spanyayê ragihandin ku 19’ê Hezîranê roja çarşemê li Peravên Kanaryayê di keştiyekê de cenazeyê 5 koçberan hatiye dîtin û 68 kes jî hatine rizgarkirin.
 
Roja çarşemê piştî nîvro li başûrê Girava Tenefere ya Spanyayê keştiyek noq bû. Tîmên rizgarkirinê yên Spanyayê bi daxuyaniyekê ragihandin ku ji ber şert û mercên hewayî yên nebaş ew neçar mane ku cenazeyê 2 koçberan di keştiya zirardîtÎ de bihêlin. Her wiha ragihandin ku wan 68 koçber rizgar kirine.