Li Lîbyayê keştiyek noqî avê bû: 61 kes winda bûn

  • cîhan
  • 10:53 17 Kanûn 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hat ragihandin ku li Lîbyayê keştiyeke rêwiyan noqî avê bû û 61 winda bûn. 
 
Berdevkê Ofîsa Koordînasyona Behra Spî ya Rêxistina Koçberiyê ya Naveneteweyî (IOM) a Neteweyên Yekbûyî (NY) Flavio Di Giacomo daxuyand ku li Behra Spî ya derdorê Lîbyayê de keştiye koçberan noqî avê bû û 61 kesên tê de winda bûn. 
 
Giacomo li ser hesaba xwe ya X’ê daxuyand ku di Behra Spî ya derdorê bajarê Zuara ya Lîbayê de keştiyeke penaberan tê de bûn noqî avê û 61 kesên tê de winda bûn. Giacomo, wiha got: "Li hêla navîn a Behra Spî îsal zêdetirî 2 hezar û 250 kesan jiyana xwe ji dest dan. Ev hejmara zêde nîşan dide ku mixabin ji bo xelaskirina van kesan têra xwe xebat nayên kirin."