Agirbesta di navbera Îsraîl û Hamasê de dest pê kir

  • cîhan
  • 10:51 24 Mijdar 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Agirbesta di navbera Îsraîl û Hamasê de ji bo 4 rojan hate dayîn dest pê kir. Tê payîn ku di çarçoveya lihevkirinê de komeke dîl girtiyan a ji 13 kesan pêk tê dê îro were berdan. 
 
Şerê di navbera Îsraîl û Hamasê yê li Xezayê bi peymana di navbera aliyan de pêk hat re di roja 49’emîn de hate rawestandin. Li gorî agahiyên di êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezayê ku piştî êrîşa Hamasê ya 7’ê Cotmehê destpêkirin de heta niha 14 hezar û 854 kesan jiyana xwe ji dest dane.
 
Li gorî peymana ku bi navbeynkariya Misir û Katarê hatiye kirin, wê pevçûn 4 rojan bên rawestandin. Tê payîn ku di vê navberê de Hamas dê 50 dîl girtiyên di destê xwe de û Îsraîl jî 150 filistiniyên di girtîgehên Îsraîlê de dê berde. 
 
Koma dîl girtiyan a ewil ku ji 13 kesan pêk tê tê payîn ku îro bi saeta Amedê dê saet di 17.00’an de bên berdan. Di dema agirbestê de dê destûr bê dayîn ku alîkariya mirovî dê ji her herêma Şerîda Xezayê re bê şandin. 
 
ARTÊŞA ÎSRAÎLÊ: LIHEVKIRIN NE NÎHAYÎ YE DÊ ŞER BIDOME
 
Tevî ku bi peymanê navber dane şer jî, artêşa Îsraîlê got ku xalên giştî yên peymana bi Hemasê re ne ‘nîhayî’ ye û dibe ku ew bêne guhertin.
 
Berdevkê Artêşa Îsraîlê Daniel Hagarî di civîna çapemeniyê ya li dar xist de wiha got: “Pevguhertina dîl girityan a bi Hamasê re dê bibe destpêka vegera hemû dîl girtiyan. Pişt re jî Artêşa Îsraîlê dê li Xezayê şerî bidomîne.”
 
Hagarî da zanîn ku wan pêş lîsteyeke ya navên jin û zarokên li Xezayê ku dê ji aliyê Hamasê vê bên berdan wergirtine. Hagarî îdîa kir ku Hamas wê ji lihevkirin û sekina însanî ya di şer de îstismar bike dê “nûçeyên derew belav bike û şerê psîkolojîk bimeşîne” û anî ziman ku artêş ji bo pevguhertina dîl girtiyan temam bike û amadekariya qonaxa duyemîn a şerê li Xezayê dixebite.
 
Hagarî yê derbarê windayên artêşa Îsraîlê de agahî dan, anî ziman ku ji 7’ê cotmehê ve 392 leşkerên wan hatine kuştin lê têkildarî kuştina leşkeran a ji operasyona bejahiyê (27’ê cotmehê) ve agahî parve nekirin. 
 
Hagarî bal kişand ser eniya bi Hîzbûllahê ya li ser sînorê Lubnanê û pevçûnên li wir diqewimin û anî ziman ku rewşa li wir dikar di her kêliyê de ji kontrolê derkeve. Hagarî, da zanîn ku dê bi awayekî xurt êrişî noxteyên ku ji başûrê Lubnanê fuze jê tên avêtin bikin.