Li Winterhûrê meşa ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ hat lidarxistin

  • cîhan
  • 01:37 17 Mijdar 2023
  • |
img
 
NAVENDA NÛÇEYAN -  Di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” li bajarê Winterthur ê Swîsreyê meşa bi meşaleyî hat lidarxistin. Di meşê de peyama “Em ê li dijî polîtîkaya tecrîdê li ber xwe bidin” hate dayîn. 
 
Di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” de li bajarê Winterthur ê Swîsreyê meşeke bi meşaleyî hat lidarxistin. Welatî li ser bangawaziya Komîteya Ji Abdullah Ocalan re Azadî li qada Neumarktê hate gel hev. Di meşê de li ser navê girseyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Winterthurê Îsmaîl Kaya têkildarî pêngavê agahî da. 
 
Piştre daxuyaniya bi zimanê almanî hate xwendin. Li ser navê Komîteya ji Abdullah Ocalan re Azadî Mehmet Aslan jî bi bîr xist ku gelê kurd ji 7 salî heta 70 salî ji bo şikandina tecrîda li ser Abdullah Ocalan hewl dide dengê xwe bigihîne qadan.
 
Aslan anî ziman ku tecrîda giran ya li ser Abdullah Ocalan 32 meh in didome û wiha bi dawî kir: “32 meh in me ji Serokê xwe tu agahî negirtiye. Dewleta tirk a faşîst ji ber ku ji perspektîfa Neteweya Demokratîk a Rêber Apo ditirse, dengê wî qut dike û tecrîdê kûr dike. Çawa ku berê hat dîtin û hemû cîhan şahidê vê yekê bû, her ku Rêber Apo bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin pêk anî; çek bêdeng bûn, behsa aştiyê hat kirin. Rêber Apo kengî dengê xwe da bihîstin, çareseriya demokratîk hate nîqaşkirin. Lê mixabin dewleta tirk a faşîst bi polîtîkayên tecrîdê bersiv da hewldanên aştiyê yên Rêber Apo.” 
 
Piştî axaftinan, girseyê bi dirûşma “Bijî Serok Apo” dest bi meşê kir.  Girseya gel heta qada çalakiyê meşiya û çalakî bi dirûşman bi dawî bû.