Li ber avahiya NY’yê çalakiya rûniştinê

  • cîhan
  • 20:39 8 Mijdar 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiya rûniştinê ya li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya Cenevreyê de li ser tecrîda mutleq a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat sekinandin û banga berpirsiyariyê li saziyên navneteweyî hat kirin.
 
Çalakiya rûniştinê ya ku ji 25’ê Çileya 2021’ê ve li bajarê Cenevre yê Swîsreyê bi armanca azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) tê lidarxistin, berdewam dike. Di çalakiya vê heftiyê de bi boneya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê ji bo kesên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dane, deqeyeke rêz hat girtin. Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê Tûba Yilmazê bal kişand ser tecrîda mutleq a li ser Abdullah Ocalan.
 
Tûba Yilmazê wiha got: “Di 10’ê Cotmehê de li 72 navendên cîhanê bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” pêngavek hat despêkirin. Em xwedî li pêngava ku bi pêşengiya dostên gelê Kurd hatiye lidarxistin dibin û heta ku ev pêngava bi serketinê tacîdar bibe wê têkoşîna me bidome.”
 
Tûba Yilmazê ji bo çalakiyên ku bi pêşengiya rêxistinên ciwanan ên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) wê di 11'ê Mijdarê de li bajarên Lozan û Zurîh ên Swîsreyê û li gelek navendên Ewropayê bi şîara “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.
 
Li ser navê komîteya çalakiya rûniştinê ya Cenevreyê Kasim Erîk jî diyar kir ku Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) xwe weke saziyeke li dijî êşkenceyê pênase dike û got: “Dema mijar dibe Rêber Apo û sûcên şer ên dij mirovahiyê yên li dijî gelê Kurd, ev saziyên ku îdia ku li dijî êşkenceyê ne bêdeng dimînin. Eger îro fikarên tenduristî, jiyan û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd neyên derbaskirin, em gelê Kurd, ciwan û jinên Kurd hemû mafên xwe yên demokrasiyê bikar bînin da ku CPT, NY û saziyên rayedar berpirsiyariyên xwe bi cih bînin.”
 
Piştî axaftinan bi berzkirina dirûşmeyan çalakiya rûniştinê dewam kir.