Raportorê Taybet ê NY’ê: Hedefgirtina qadên sivîlan û binesaziyê sûcê li dijî mirovahiyê ye

  • cîhan
  • 13:41 8 Mijdar 2023
  • |
img
CINÊV - Raportorê Taybet ê NY’ê Balakrishnan Rajagopal li ser mînaka li Xezeyê diyar kir ku hedefgirtina qadên sivîlan û rûxandina binesaziyê sûcê li dijî mirovahiyê ye. 
 
Raportorê Taybet ê Mafê Hewînê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Balakrishnan Rajagopal têkildarî hedefgirtina qadên sivîlan û rûxandina sivîlan raporek pêşkeşî Lijneya Giştî ya NY’ê kir. 
 
Rajagopal, bi rêk û pêk hilweşandina avahiyan û binesaziyê weke “Qirkirina malan” (domicid) pênase kir û got ku êrişên bi vî rengî rê li ber mirin û êşan vedikin. Bi domdarî Rajagopal da zanîn ku bombebarana domdar a li dijî tiştên sivîl û binesaziyê, ji hêla hiqûqa cezayê û hiqûqa mafên mirovan a navneteweyî ve bi awayekî teqez hatiye qedexekirin û ev tişt anî ziman: “Çalakiyên bi vî rengî sûcê li dijî mirovahiyê ye.” 
 
BÎLANÇOYA ÊRIŞAN
 
Di raporê de hat diyarkirin ku di encama êrişên Îsraîlê yên li dijî hedefên navenda Xezeyê de ji tevahiya xaniyan ji sedî 45 hatine tunekirin an jî ziyan gihiştiyê. Her wiha hat gotin ku nêzî milyonek û nîv mirov ji cihên xwe koçber bûne, zêdetirî 10 kesan jiyana xwe ji dest dane û ji van zêdetirî 80 jê xebatkarên NY’ê ne. 
 
Li gorî raporê; di encama êrişên hewayî de zêdetirî 25 hezar kes birîndar bûne. Her wiha hat destnîşankirin ku ji sedî 67’ê kesên jiyana xwe ji dest dayîn jin û zarok in. Her wiha hat gotin ku ji 2 hezar û 300 kesên weke winda hatine ragihandin îxtîmaleke mezin di bin kavilan de û ji van 1300 jê zarok in. 
 
Rajagopal bi domdarî ev tişt anî ziman: “Avahiyên sivîl tê de dijîn tişt an jî navendên leşkerî nînin. Her wiha nexweşxane û ambulans jî deverên leşkerî nînin. Her wiha kampên penaberan, dibistan, dêr, mizgeft, bineaziya ceyran û avê yên sivîlan jî deverên leşkerî nînin.” 
 
'HEKE ŞERVAN BI KAR BÎNIN JÎ NABE KU HEDEF BÊN GIRTIN’ 
 
Rajagopal di raporê de daxuyand ku mîna di êrişa li dijî kampa penaberan a Jabaliayê, tê îdiakirin ku şervan malên sivîlan weke cihê mayînê bi kar tînin lê hedefgirtina tevahiya avahî ku rê li ber mirinên sivîlan vedikin, qedexe ye. 
 
Rajagopal, bangawaziyên agirbestê yên Lijneya Giştî ya NY’ê bi bîr xist û got ku ji bo bicihanîna vê bangawaziyê divê tevdîrên şênber bên girtin. 
 
DIVÊ JI BERPIRSYARAN HESAB WERE PIRSÎN
 
Rajagopal got ku divê Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî demek beriya demekî li Îsraîl û li xaka di bin dagirkeriyê de lêpirsînê bide destpêkirin û hesab ji berpirsyarên sûcên şer, sûcên li dijî mirovahiyê û apartheîdê were pirsîn. Rajagopal, bang li hemû dewletên aliyê Statûya Romayê kir ku piştgiriyê bidin hewldanên dadgehê. 
 
MA/ Ruştu Demîrkaya