Li Lûzernê çalakiya xeleka ji mirovan a bi daxwaza 'azadî ji bo Abdullah Ocalan'

  • cîhan
  • 23:03 3 Mijdar 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî ku li 11 navendên Swîsreyê komîte hatin avakirin, amadekariyên xwe bi dawî kirin, li Lûzernê bi çalakiya xeleka ji mirovan pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” hat destpêkirin.
 
Komîteyên azadiyê yên li Swîsreyê di çarçoveya pêngava cîhanî ya 10’ê Cotmehê de ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd li Swîsreyê li 11 navendan hatin avakirin, amadekariyên xwe bi dawî kirin. Komîteya ku li bajarê Lûzernê hat avakirin, îro di çarçoveya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, çareseriya pirsgirêka Kurd" çalakiya xeleka ji mirovan li dar xist.
 
Girseya ku posterên Rêberên PKK'ê Abdullah Ocalan û pankartên azadiyê hildan, beriya çalakiya li Kapellstrasse deqîqeyek rêz girtin. Li ser navê komîteyê Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Lûzernê Nûrşen Demîr axivî û bi bîr xist ku di 10’ê Cotmehê de dostên gelê Kurd li 74 navendên cîhanê bi daxuyaniyeke çapemeniyê dest bi pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, çareseriya pirsgirêka Kurd’ kirin.
 
Nûrşen Demîr diyar kir ku fikarên wan ên li ser tenduristî, ewlekarî û jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêde bûne û wiha got: “Ev 32 meh in polîtîkayên tecrîdê yên giran li ser Rêberê me tê meşandin. 32 meh in nahêlin Rêber Apo bi parêzer û bi xizmên re hevdîtinê bike. Divê demildest hevdîtin bê kirin.”
 
Nûrşen Demîr banga tevlîbûna çalakiyan li her kesî kir û wiha bi dawî kir: "Heta Rêberê me azad bibe em ê her hefte li navendeke cuda ya bajêr çalakiyê li dar bixin.”