Pentagon: Me moşekên ji Yemenê ber bi Îsraîlê ve hatin avêtin asteng kirin

  • cîhan
  • 11:13 20 Cotmeh 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Pentagonê ragihand ku hêzên wan moşekên ji Yemenê ber bi Îsraîlê ve hatin avêtin asteng kirine. 
 
Wezareta Parstinê ya DYA’yê (Pentagon) diyar kir ku keştiya wan a li bakurê Deryaya Sor, 3 moşek û çendek amûrên hewayî yên bêmirov û biçek ên ber bi Îsraîlê ve hatin avêtin asteng kirine. 
 
Koma Husiyan a piştgiriya xwe ji Îranê digire, di daxuyaniyeke çendek roj berê de diyar kiribû ku dê tev li şer bibe. Rêberê olî yê Îranê Ayetullah Alî Hamaney jî di 17’ê cotmehê de diyar kiribû ku heke Îsraîl êrişên xwe yên hewayî yên li herêmê bidomîne, dê “hêzên berxwedanê” bikevin nava liv û tevgerê.