Rojnamevana girtî Maroofian: Di bin çavan de êrişa zayendî li min hate kirin

img
WAN - Rojnamevan Nazila Maroofian a li Girtîgeha Evînê tê ragirtin, di peyama xwe ya bi rêya parêzerê xwe bi rê kirî de diyar kir ku di dema binçavkirinê de êrişa zayendî lê hatiye kirin. 
 
Rojnameger Nazîla Maroofian ku ji ber hevpeyvîna bi bavê Jîna Emînî ya ji aliyê rejîma Îranê ve hate qetilkirin re kiriye heta niha 4 caran hatiye girtin û salek cezayê hefsê û 15 milyon tumen cezayê pere lê hate birîn. Maroofian bi rêya parêzerê xwe ji Girtîgeha Evînê peyameke bideng şand. 
 
Maroofian, di peyama şand de cih da van gotinan: “Ez gelek ji we hemûyan hez dikim. Ez ji hemû gelê Îranê re minettar im. Ev çalakiya min a grevê ji bo hemû jinên di girtîgehan û qereqolan de rastî tundiya zayendî û fîzîkî tên e. Ev grev ji bo wan e. Di rewşa herî nebaş de di bin çavan de êrişa zayendî li min hate kirin. Ev grev ji bo min û hemû jinên li Îranê di şertên herî xerab de dijîn e.”
 
6 ROJ IN DI ÇALAKIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE YE 
 
Rojnamevan Maroofian a di dema girtinê de ji aliyê hêzên rejîmê ve hate derbkirin li ser derbarê peywîrdarên ew derbkirin de tu kirarî nehatin kirin di 1’ê îlonê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Rojnamevan Maroofian di Girtîgeha Evînê de çalakiya xwe ya greva birçîbûnê didomîne.